Tirkiyê 483 koçberên Afxanistanê bi balafiran sandin welatê wan

22 September 2022 13:32 0 dîtin
Tirkiyê 483 koçberên Afxanistanê bi balafiran sandin welatê wan

PeyamaKurd – Tirkiyê li parêzgeha Idirê ya Bakurê Kurdistanê 483 koçberên Afxanistanê bi balafiran şandin welatê wan.

Medyaya fermî ya Tirkiyê diyar kir, îro Pêncşemê 22ê Îlona 2022an li parêzgeha Idirê 483 koçberên Afxanistanî ku li navenda Koç û Koçberan a Îdirê dihatin ragirtin, bi geştên asmanî ji bo Kabula paytexta Afxanistanê hatin şandin.

Herwiha amarên Navenda Koç û Koçberan a Giştî ya Tirkiyê eşkere dikin, îsal hejmara koçberên ji parêzgeha Îdirê ji bo welatên wan hatine şandin gihîştiye 4 hezar û 397 koçberan.