Tirkiyê hejmara koçberên ji Stenbolê hatin sandin askere kir
PeyamaKurd - Walîtiya Stenbolê derbarê rêjeya koçberên ku bi şûnde şandine daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, ji 12ê Tîrmehê heya 15ê Mijdarê wan 42 hezar û 888 koçber şandine.
Li gorî medya Tirkiyê, Walîtiya Stenbolê diyar kir ku ji 12ê Tîrmehê heta 15ê Mijdarê wan 42 hezar û 888 koçber ji Stenbolê şandine.
Di daxuyaniya walîtiyê da derbarê encamên kontrolên kargehan da jî ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:
“Di kontrolan de hat tesbîtkirin ku 906 welatiyên Tirkiyeyê, 118 Sûriyeyî û 145 karkerên biyanî yên ji welatên din bêyî ku qeyda wan a fermî were çêkirin hati karkirin. 6 milyon û 158 hezar û 495 TL ceza li van kargehan hat birîn. Pêvajo ji nêz va tê şopandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin