YSKê hejmara dengên li derveyî Tirkiyê hatine dayîn eskere kir
PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) hejmara dengên ku ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê heta niha li derveyî welat hatine dayîn eşkere kir.
YSKê ragihand ku ji bo hilbijartina Serokomariya Tirkiyê û Hilbijartina Giştî ya Parlementeran a Serdema 28emîn, li derveyî welat û gumrikan heta niha milyonek û 138 hezar û 743deng hatine dayin.
Li gorî agahiyên YSKê di çarçoveya dengdana ku 27ê Nîsanê saet 13.00ê li deriyên gumrikê û li nûnertiyên derveyî Tirkiyê destpê kiriye de, heta niha milyonek û 138 hezar û 743 deng hatine dayin.
Hat diyarkirin ku li nûnertiyên derveyî Tirkiyê proseya dengdanê heta 9ê Gulanê û li deriyên sînorî jî heta 14ê Gulanê saet 17.00 dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin