Rapîrsiya dawî ya hilbijartinên Tirkiyê: Kîjan partiyê dengên xwe zêde kir?

12 February 2024 21:33 0 dîtin
Rapîrsiya dawî ya hilbijartinên Tirkiyê: Kîjan partiyê dengên xwe zêde kir?

PeyamaKurd – Kompaniya lêkolînên civakî û rapirsiyan Metropoll a Tirkiyeyê beriya hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê rapirsînek pêk anî.

Di rapîrsiya ku di navbera rojên 12-15 Çile li 28 bajaran hatiye kirin de, pirsa ‘Ger vê Yekşemê hilbijartin bibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?’ hatiye kirin.

Li gorî encaman DEM Partiyê dengên xwe li gorî hilbijartina 14ê Gulana 2023yan zêde kirine û ji rêjeya 8,79% gihîştiye rêjeya 10.3%ê dengan.

Encamên rapirsiyê wiha ne:

AK Partî: %34.6

CHP: % 25.1

DEM Parti: %10.3

İYİ Parti: %10.1

MHP: %9

Zafer Partisi: %3.2

Yeniden Refah: %1.9

TİP: %1.3

Memleket: %0.6

Yên din: %3.9