Encamên rapîrsiya dawî hatin eskere kirin: Kîjan tifaq li pês e?

10 January 2023 21:43 0 dîtin
Encamên rapîrsiya dawî hatin eskere kirin: Kîjan tifaq li pês e?

PeyamaKurd – Kompaniya rapirsî û lêkolînên civakî ya bi navê MAK encamên rapirsiya dawî ya hilbijartinan eşkere kir.

Li gorî encamên yekem rapirsiya meha Çileyê ya 2023yan ku ji aliyê kompaniya MAKê hatiye encamdan, maseya 6 partiyên opozîsyonê (Tifaqa Milet) bi qasî 5 pûanan li pêşiya Tifaqa Cumhur a deshilatdariya AKPê ye.

Rapirsiya MAKê li 61 bajaran û bi 5 hezar û 700 kesan re hatiye kirin ku hilbijêran rengê dengê xwe bo hilbijartinê eşkere kirine.

Li gorî partiyan encamên rapirsîyê;

AKP: % 34,3

CHP: % 25

İYİ Parti: % 15,6

HDP: % 8,4

MHP: % 6,3 MHP: % 6,3

DEVA: % 2,5

Yeniden Refah: % 1,3

Gelecek: % 1,2

BTP: % 1,2

Zafer: % 1

Saadet: % 0,9

HUDA Par: % 0,8

DP: % 0,4

Memleket: %  0,2

TDP: % 0,1

Yên din: % 0,4   


Li gorî tifaqan jî di rapirsiyê de derketiye ku maseya şeş partiyan %45,6 û Tifaqa Cumhur jî % 40,6ê dengan werdigire. Herwiha ji sedî 14ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne jî gotine ku ew xwe nêzîkî ti tifaqekê nabînin û ji sedî 4 jî bêbiryar mane.