Tirkiye | Encamên rapirsîya dawî hatin eskere kirin: HDP partiya sêyemîn e...

08 April 2022 21:04 0 dîtin
Tirkiye | Encamên rapirsîya dawî hatin eskere kirin: HDP partiya sêyemîn e...

PeyamaKurd – Kompanya Lêkolînên Civakî û Rapirsînan li Tirkiyê PIARê, encamên rapirsîna xwe hilbijartinê ya ku li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk aniye eşkere kir.

Li gorî rapirsîya PIARê ku di navbera rojên 1-4ê Nîsanê de bi beşdarîya rûbirû ya 2 hezar û 584 kesan hatiye kirin, di rêjeya dengên partiyan de guhertin çêbûne.

Di encama vê rapirsîyê de, rêjeya dengê AKP %34, ya CHPê %24,5 û ya HDPê jî %11,9 derketiye ku HDP dibe partiya sêyemîn.

Li gorî encamên vê rapirsîyê dengên ÎYÎ Partî, DEVA û Partiya Pêşerojê kêm bûne.

Di rapirsînê de pirsa “Heger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn û encam wiha derketine:

AK Partî: %34

CHP: %24,5

HDP: %11,9

ÎYÎ Partî: %10,3

MHP: %9

DEVA: %2,3

Seadet: %1,6

Partiya Zafer: %1,5

Partiya Serbixwe ya Tirkiyê: %1,3

Partiya Karkerên Tirkiyê: %1,1

Yên din: %2,5