Tirkiye | Rapirsîya dawî ya berî hilbijartinên saredariyan hate ragihandin

29 December 2023 20:23 0 dîtin
Tirkiye | Rapirsîya dawî ya berî hilbijartinên saredariyan hate ragihandin

PeyamaKurd – Kompaniya lêkolînan a bi navê MetroPOLL, rapirsiya xwe ya dawî ya bo hilbijartinên herêmê yên 31ê Adara 2024an ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Li gorî rapirsiya ku demek berê hatiye encamdan, partiya yekem dîsa AK Partî ye û CHPê jî dengên xwe hinekî bilind kirine.

Di rapirsiyê de, pirsa; “Roja vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn.

Encamên rapirsiya MetroPOLLê wiha ne:

AK Partî: 27,2%

CHP: 20

DEM Parti: 7,8%

İYİ Parti: 5,8%

MHP: 5%

Partiya Yeniden Refah: 1,4%

Partiya Zafer: 1,3%

TİP: 1,1%

Yên din: 0,6%

Bêbiryar: 13,7%

Protesto oy: 10,7%

Bersiv nîne: 4,5%