Encamên rapirsîya dawî: AKP yekem e, MHP bendê derbas nake!

17 January 2023 20:41 0 dîtin
Encamên rapirsîya dawî: AKP yekem e, MHP bendê derbas nake!

PeyamaKurd – Bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê re, kompaniyên rapirsî û lêkolînên civakî rapirsiyên xwe yên texmînkirina encamên hilbijartinan zêde kirine.

Kompaniya PIARê jî encamên rapirsiya xwe ya dawî ya meha Çileyê 2023yan eşkere kira ku li gorî encaman Partiya Netewperest (MHP) ku şirîkê AKPê ye di bin benda hilbijartinan de dimîne.

Rapirsiya PİARê di navbera 7-9ê Çile de li 26 bajaran bi 2 hezar û 611 kesan re hatiye kirin û pirsa; “Vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn.

Encamên rapirsîyê wiha ne:

AKP: 31,2

CHP: 25,1

İYİ Parti: 14,3

HDP: 11,2

MHP: 6,3

Gelecek: 3,8

DEVA: 1,1

Yên din: 3,5