Hejmara Sûriyeyîyên bûne hemwelatiyê Tirkiyê hate eskere kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 238 hezar û 55 Sûriyeyî bûne hemwelatiyên Tirkiyê.
Alî Yerlîkaya li Parlamentoya Tirkiyê di dema axaftinên li ser budçeya 2024an de, hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê û yên mafê welatibûnê bi dest xistine eşkere kir.
Yerlîkaya ragihand: “Li Tirkiyeyê 4 milyon û 613 hezar û 984 koçber hene. 238 hezar û 55 Sûriyeyî di bin parastina demkî de mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtine.”
Yerlîkaya da zanîn, li Stenbolê ji bo tespîtkirina koçberên ne yasayî 38 otomobîlên gerok hatine wezîfedarkirin û 47 hezar û 466 koçberên neyasayî jî ji bo navendên paşdevegerandinê hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin