363 koçberên Afxanî ji balafirgeha Erzeromê sandin Afxanistanê

09 July 2022 22:19 0 dîtin
363 koçberên Afxanî ji balafirgeha Erzeromê sandin Afxanistanê

PeyamaKurd – 363 koçberên Afxanî ku di rêya qaçax de derbasî aliyê bajarê Erzeromê bûbûn û ji aliyê hêzên asayîşa Tirkiyê de hatibûn girtin, îro di bin serpereştiya Rêvebiriya Koçberan ya bajarê Erzeromê de bi du balafiran paşde şandin welatê wan Afxanistanê.

Koçber ji balafirgeha bajarê Erzeromê hatin şandin û paşde şandina koçberan bi biryara wezareta karên hundir yê Tirkiyê û hukumeta Tirkiyê, di çarçoveya planekî de tên şandin.