Di balafira Hindistanê ya xwe danîbû Erzeromê bombe derneket û balafirekî nûh sandin
PeyamaKurd – Balafira Hindistanê ya Vistarayê bi sedema di balafirê de bombe heye bi awayekî lezgîn xwe danîbû balafirgeha Erzeromê. Balafir, sefera Hindistan-Almanya dikir û di 16.30an de xwe danî balafirgeha Erzeromê.
Lİ balafirgehê tîmên AFADê, tenduristiyê, polîs û Îtfaiyê 247 rêwî û muretebatan tehliye kiribûn û di beşa kargo û kabînê de lêgerîneka baş kiribûn. Rêwiyan biribûn xetên derve, pêdiviyên wan temîn kiribûn û di encamê de di balafirê de bombe nehat dîtin.
Hindistan an ku balafira şîrketa Vistarayê wê balafirekî nû şand da rêwiyan bibe Frankfurtê. Piştî barkirina rêwiyan û eşyayên bagacê, wê derên sefera xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin