Balafira ser Çiyayê Asosê bombebaran kir

14 September 2024 23:04 0 dîtin
Balafira ser Çiyayê Asosê bombebaran kir

PeyamaKurd – Balafirekî şer li başûrê Kurdistanê li navça Mewatê, Çiyayê Asosê bombebaran kir. Qeymeqamê Mawatê Kamran Hesen ji bo Rûdawê bûyerê weha ragihandiye:

“Îro seet li dora 15.10an de, balafirekî şer li ser sînorê gundê Galalayê, devera Çiyayê Asosê bombebaran kiriye. Berê van deveran tenê ji aliyê balafirên Tirkiyê de dihat bombebarankirin. Bombebarana îro jî bi îhtîmalekî dibe ji aliyê balafirên Tirkiyê de hatibe kirin.”

Qeymeqam Hesen got ku ciyê hatiye bombebarankirin berê ji aliyê rejîmna Baasê de wekî ciyê çavdêriyê dihat bikaranîn lê bi kîjan armancê hat bombekirin nayê zanîn.

Di nav meha Êlûnê de Çiyayê Asosê 4 car hatiye bombekirin û di 2ê Êlûnê de balafirên Tirkiyê Asosê li ser hev 3 cara bombebaran kiribû.