Artêsa Tirkiyê Çiyayê Asosê bombebaran kir: 2 kes mirin

03 December 2022 01:37 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê Çiyayê Asosê bombebaran kir: 2 kes mirin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê (TSK) bi balafirên bê ajotvan li başûrê Kurdistanê li Çiyayê Asosê bombebaranê kir û di encamê de 2 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Erişa bombebaranî li navça Mewatê li Çiyayê Asosê li nêzî gundê Xalayê çêbûye.

Qeymeqamê Mawatê Kamiran Hasan, ji bo K24 ê ragihand ku êrîş raste, 2 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne. Qeymeqam Kamiran Hasan got ku kesên êrîş çûne ser wan, li dewama Çiyayê Asosê, li Çiyayê Keleşînê di wexta di şikeftê de bûne de bûye. Hasan got ku çiyayê Keleşînê 5 cara kirine hedef û bi balafirên bê ajotvan bombebaran kirine.

Li gor ragihandina K24 ê; di êrîşan de êrîşê 4 kesên nêçîrvan kirine ku yek ji wan ji gundê Qamîsê ye û jiyana xwe ji dest daye, 2 ji wan birîndar bûne û yek ji wan wendaye.