Artêsa Tirkiyê çiyayê Qereçûx û derdora kampa penaberan a Mexmûrê bombebaran kir
PeyamaKurd - Hejmarek balefirên şer ên artêşa Tirkiyê çîyayê Qereçox a nizîk kampa Mexmûrê bombebaran kirin.

Rûniştvanên kampa Mexmûrê ji medya Kurdistanê re ragehandin, saet 12:00ê piştî nîve şeva borî, hejmareke balefirên şer ên Tirkiyê çîyayê Qereçox bombebaran kirine.
Li gor K24ê: Heya niha jî zîyanên canî û malî yên wê burdûmanê nehatîne zanîn û xelkê kampê, piştî bombebaranê çûne çîyayê Qereçoxê bo zanîna encamên bombebaranê.
Lê ji aliyê din ve li gor ajansên nêzîkî PKKê radigehînin, çend hemwelatiyek birîndar bûne, lê ti ziyanên giyanî çênebûne.
Mexmûr dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê, li binarên çîyayê Qereçox, kempeke penaberên alîgirên PKKê heye ku ji salên 90an ve ji bakura Kurdistanê ve ber bi Herêma Kurdistanê hatîne. Li ser çîyayê Qereçox jî çend xalên gerîla yên PKKê hene û Tirkiye car car wan xalan û kampê dike armancên bombebarana balefirên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin