Artêsa Tirkiyê li Çiyayên Amanosê dest bi operasyoneke nû kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, li Çiyayên Amanosê yên hevsînorê Rojavayê Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyoneke leşkerî kir.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye ku li sînorên bajarên Hatay, Osmaniye, Kilis û Dîlokê yên Çiyayên Amanosê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-8 (Çiyayên Amanos)” hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de, 1216 çekdarên hêzên Fermandariya Cenderme, polîsên taybet, komando û cerdevan beşdarî dikin.
Operasyonên bi nasnavên Eren ji zivistana sala 2021ê ve li dijî PKKê hatine destpêkirin û berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin