Artêsa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke leskerî kir
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir, artêşa welatê wan li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 5ê Mijdara 2022yan da zanîn, li parêzgeha Bedlîsê dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-9 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.
Herwiha Wezareta Navxwe ragihand, wê operasyon li parêzgehê ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Bedlîsê ve bê birêvebirin û 570 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin