Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Me 28 cih û pêgehên PKKê li çiyayê Asosê bombebaran kir

24 August 2021 12:01 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Me 28 cih û pêgehên PKKê li çiyayê Asosê bombebaran kir

PeyamaKurd – Îro 20 balafirên şer ên Tirkiyê, sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi dijwarî bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di êrişê de 28 hedef hatine bombebarankirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyeke li ser Twitterê daye zanîn, artêşa wî welatî di operasyoneke hevbeş a li gel saziya istixbarata wî welatî MÎTê de, 28 cih û pêgehên PKKê li çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de tê destnîşankirin: “Bi hevkariya MÎTê, li herêma Asos a li bakurê Iraqê 28 hedefên terorê bi operasyonên asmanî hatine jinavbirin.”

Ajanasa fermî ya Tirkiyê eşkere kiriye, bombebarana çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bi beşdariya 20 balafirên şer ên Tirkiyê hatiye kirin û êrîş di kûrahiya 200 kîlometrî ji axa Herêma Kurdistanê de pêk hatiye.

Medyaya nêzîkî PKKê jî têkildarî bombebaranê tenê ragihandiye ku di saet 06:30 de li gorî dema herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê qadeke nêzî bajarokê Pêncwênê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di operasyonê de derbeke giran li PKKê hatiye xistin.