Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Li Îdlibê 2 leskerên me hatin kustin

11 September 2021 13:31 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Li Îdlibê 2 leskerên me hatin kustin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li Îdlibê 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê bûyerê de destnîşan kir, îro (11ê Îlonê) li herema Îdlibê ya Sûriyê bi ser hêzên wan de êrîş pêk hatiyê û di encamê de 2 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn, 3 leşkerên ku birîndar bûne ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha wezaretê di heman daxuyaniyê de navên her du leşkerên ku hatine kuştin jî eşkere kir. Navên leşkerên ku hatine kuştin wiha ne: Ramazan Demîr ji Gimgimê û çawîşê pispor Mucahît Sinirtepe ji Qeyseriyê ye.