Wezareta Berevaniya Ûkrayna: 4.300 leskerên rûsî hatin kustin, 146 tank hatin ruxandin

27 February 2022 15:41 0 dîtin
Wezareta Berevaniya Ûkrayna: 4.300 leskerên rûsî hatin kustin, 146 tank hatin ruxandin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ûkraynayê derbarê windayên leşkerên rûsî yên heta roja 4emîn a êrîşa ser Ûkraynayê de daxuyanî da.

Wezaretê ragihandiye ku di encama şerê 4 rojan de 4 hezar û 300 leşkerên rûsî hatine kuştin û 146 tankên wan hatine ruxandin.

Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku rojavayê paytext Kîevê ji nû ve ketiye kontrola wan û nîvê wesayîtên leşkerên Rûsyayê yên ketine bajarê Xarkovê jî hatine îmhakirin.

Herwiha berpirsên Ûkraynî diyar dikin ku di roja 4em a şer de guherîneke mezin a meydanî çênebûye û Rûsya ji ber ku înîsîyatîf ji dest daye dixwaze muzakere li Mînskê bêne kirin.