Wezareta Berevaniya Ermenistanê: Azerbaycan rewsê aloz dike, 3 leskerên me hatin kustin
PeyamaKurd – Di navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycanê de, şer rû da û 3 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê îro 28ê Tîrmehê ragihand, hêzên artêşa Azerbaycanê berê sibeha îro agirbesta bi piştgiriya Rûsyayê binpê kirine û hêzên Ermenistanê yên li ser sînor kirine armanc ku pevçûn di navbera wan de li navçeya bakurê rojhilatê sînorê navbera herdu aliyan û nêzîkî navçeya Sotk derketiye.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê eşkere kir, 3 leşkerên Ermenistanê di êrîşa hêzên Azerbaycanê de hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne û artêşa Ermenistanê bersiva êrîşê daye.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê Azerbaycan wek berpirsê zêdebûna tundûtûjiyan tohmetbar kir û got, “Aliyê Azerbaycan yekalî rewşê ber bi alozbûnê ve dibe, ew jî bi rêya hiştina hêzên xwe bi awayekî neyasayî li navçeyên bin serweriya Ermenistanê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 27ê Îlona 2020 heta Mijdara 2020ê 44 rojan, şer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de derket û bi navbeynkariya Rûsyayê ew şer bidawî bû û agirbest hatibû îmzekirin. Di wî şerî de nêzî 4 hezar leşkerên ermen û 3 hezar jî yên azerî hatibûn kuştin.
Li gorî wê agirbestê, beşeke zêde ya wan rûberên ku nêzîkî 30 sal in di bin kontrola Ermenistan û hêzên herêma Nagorno-Karabaxê de bûn, ketin bin kontrola Azerbaycanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin