Wezareta Berevaniya Ermenistanê bang li artêsê kir ku ji siyasetê dûr bisekinin
PeyamaKurd – Piştî ku artêşa Ermenistanê daxwaza îstîfaya hikûmeta Nikol Paşînyan kir û Paşînyar jî ew yek red kir, Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî bangewaziyek li artêşê kir ku destwerdana proseya siyasî ya welat nekin.
Wezaretê destnîşan kiriye ku destwerdana siyasetê nayê qebûlkirin û divê artêş beşdarî proseyên siyasî yên welat nebe ku erka wê ewlekariya dewlet û gelê wê ye.
Herwiha hat gotin, "Wê wezareta berevaniyê û hêzên çekdar li derveyî siyasetê bimînin û her tim ji bo pêşvebirin û reforman pêngavên xwe bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin