Îstixbarata Ûkrayna malpera navên leskerên rûsî yên kustî û mikurhatinên dîlan xist wesanê

27 February 2022 18:04 0 dîtin
Îstixbarata Ûkrayna malpera navên leskerên rûsî yên kustî û mikurhatinên dîlan xist wesanê

PeyamaKurd - Daîreya Îstixbarî ya Ewlekariya Ûkraynayê, belgeyên nepen ên êrîşa dagirkeriya Rûsyayê weşand û malpareke ku nav û nasnameyên leşkerên Rûsî yên hatine kuştin xist weşanê.

Îstixbarata Ûkraynayê belgeyên fermandarên di êrîşa ser welatê wan de cî digirin weşand ku beşek ji wan fermandaran niha li qadê di nav şer de ne.

Herwiha Ûkraynayê malpereke înternetê ya nav û nasnameyên leşkerên rûsî yên hatine kuştin, birîndarkirin û mikurhatinên leşkerên hatine dîlkirin jî xiste weşanê daku malbatên wan bikarin ji ser wê malperê agahiyan ji zarokên xwe bistînin.

Ji bo ketina nav malpera navbor vê derê bitikînin...