Leskerên Ûkraynayê cara ewilî bi leskerên Kore ya Bakûr re, li Ûkraynayê ser kirin

06 November 2024 23:10 0 dîtin
Leskerên Ûkraynayê cara ewilî bi leskerên Kore ya Bakûr re, li Ûkraynayê ser kirin

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Rostem Umerov, ragihand ku leşkerên Kore li hemberê leşkerên Ûkraynayê ketine nav şer û ev kiryar ji bo dinyayê pêvajoyekî dewra bêîstîqrariyê da destpêkirin.

Serokê Ûkraynayê Zelenski ragihand ku ev pêşdeçûn nîşan dide ku Rûsya hewl dide şer firehtir bike.

Kore jî, di daxwuyaniya xwe de got ku ji mesafeya nêz, di navbera her dû terefan de şer çênebûye lê nêzî xeta şer bûyerekî bi leşkerên Kore re ku jimara wan gelek kêm bûye, çêbûye.

Kievê ragihandibû ku Kore ya Bakûr texmînen 11 hezar leşkerên xwe şandiye hawara Rûsyayê. NATO ragihandibû ku di destê wan de delîl hene ku leşkerên Kore di 18ê Cotmehê de tevlî şerê Rûsya-Ûkrayna bûne.