2 leskerên Kore ya bakûr dîl ketin destê Ûkraynayê

11 January 2025 17:10 0 dîtin
2 leskerên Kore ya bakûr dîl ketin destê Ûkraynayê

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku li devera Kurskê 2 leşkerên Kore ya Bakûr ketine destê leşkerên Ûkraynayê. Zelenskiy got ku birîndaran şandine Kievê û bi serwîsa ewlehiya Ûkrayna (SBU) re di nav têkiliyê de ne. Zelenskiy got

“Hêzên Rûsya û Kore ya Bakûr bi giştî birîndarên xwe dikujin û naxwazin dinya zanibe leşkerên Kore li Rûsyayê li hemberê Ûkraynayê şer dikin. Her dû dîlên Koreyî niha derman dibin û ji bo rojnamevan karibin bi wan re biaxifin, me fermana zelaliya di mijarê de daye.”