Tê gotin ku 1.500 leskerên Kore ya Bakûr gihane axa Rûsyayê
PeyamaKurd – Li gor dîmenên ketine ser çapemeniya dinyayê; Kore ya Bakûr ji bo li hemberê Ûkraynayê destekê bide Rûsyayê, 1500 leşkerên xwe şandiye Rûsyayê.
Ûkraynayê dîmenên leşkerên Kore ya Bakûr, di dema ku li baregeha leşkerî ya Rûsya ne û wan ji bo bişînin çeperên şerê Ûkraynayê perwerde dikin, xist ser medya dinyayê. Serokê Ûkrayna Vladimir Zelendki 3 roje ku bang dike da tedbîra vê mijarê bigrin û îro bi dîmenên vîdeoyê bûyerê piştrast kir.
Video, ji aliyê hukumeta Ûkraynayê ji aliyê navenda Danûsitendina Stratejîk û Ewlehiya Agahiyan de hat weşandin. Navend ragihand ku di vîdeoyan de tê dîtin ku leşkerên Kore ya Bakûr bi cil û bergên leşkerî yên Rûsyayê tên kemilandin.
Eger ev mijar bê tesbîtkirin, ev tê vateya ku Kore tevlî şer bûye û wê salên 1950-1953 yên şerê Kore were bîra herkesî.
Îstîxbarata Kore ya Başûr (NIS) roja Înê ragihandibû ku leşkerên Kore ya Bakûr xwe amade dike da tevlî hêzên Rûsyayê bibin. NIS got ku leşkerên Kore ya Bakûr, bi keştiyên Rûsyayê birine bakûrê Rûsyayê û niha li dora 1500 leşkerên hêzên taybet yên Kore ya Bakûr gihane Rûsyayê.
NAT0 heya niha tesbîta leşkerên Kore ya Bakûr li ser axa Rûsyayê nekiriye lê dibêje ku Kore ya Bakûr li hemberê Ûkraynayê piştgiriya Rûsyayê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin