Blinken: Wê Rûsya teknolojiya fezayê bide Kore ya Bakûr
PeyamaKurd – Li gor ajansa Yonhapê ya Seul a Kore ya Başûr; wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken di seredana xwe ya Kore ya Başûr de, bi wezîrê karên derve yê Kore ya Başûr bi Cho Tae-yul re civiyaye.
Piştî civînê her dû wezîr bi hevre civîna çapemeniyê lidarxistine û gotine ku hevkariya navbera Kore ya Bakûr û Rûsya gihaye asta ku endîşeyan dide mirovî.
Wezîr Antony Blinken ragihand ku Kore ya Bakûr desteka sîlih û teçhizat dide Rûsyayê û li hemberê wan Rûsya teknolojiya pêşketî ya fezayî û peykan dê bide Kore ya Bakûr. Wê ev Peyman bike ku xebatên Kore yên fezayî bileze û dikare ewlehiya herêmê tehdîd bike.
Endîşa ku Kore û Blinken behs dikin, wê bandorê li Japonya jî bike û niha her sê dewlet, li ser hevkariya sêqolî bi girîngî radiwestin. Blinken her weha got ku hevkariya Washington-Seulê, bingeha ewlehiya aştiyê û refahê yên herêmên Bakûrê Rojhilatê Asya û Hind- Pasifikêye.
Lê gor texmîna têkirin; 12 hezar leşkerên Kore ya Bakûr li Rûsyayê li hemberê Ûkraynayê ji bo şer bikin, sewqê çeperên şer kirine.
Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihandibû ku peymana navbera Moskova û Pyongyangê ya stratejik di Hezîrana 2024an de hatibû îmzakirin û di dawiya sala 2024an de destpêkiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin