Nîjer û Rûsya di seha teknolojiya fezayê de peymana hevkariyê îmze kirin

03 November 2024 00:09 0 dîtin
Nîjer û Rûsya di seha teknolojiya fezayê de peymana hevkariyê îmze kirin

PeyamaKurd – Dewleta Nîjerê di seha teknolojiya fezayê de bi ajansa fezayê ya Rûsya federal bi şîrketa Glavkosmosê re peyamana hevkariyê îmza kir.

Wezîrê danûsitendinê yê posta û aboriya dîjîtal yê Nîjerê Sidi Mohamed Raliou, ji bo çapemeniyê ragihand ku di navbera her dû dewletan de hevkarî dewam dike. Raliou got ku di navbera her dû dewletan de, di seha teknolojiya fezayê de peyman hatiye îmzakirin û weha dewam kir:

“Me biryarê daye ku di vê sehayê de em xwe bixin bin garantiyê. Armanca me; di seha navborî de, şiyanên xwe yên ewlehiyê û bergiriyê xwurt bikin. Em ê ji Rûsyayê peyka (satalayt) danûsitendinê ya xeberan, peyka ku ji dûr de agahiyan distîne û peyka radarê bikirin. Ji bo perwerdeya bikaranîna sîstema peykan jî, wê Rûsya perwerdeyê bide xebatkarên me û di sehayê de dê îstîhdam çêbibe.”

Li welatê Nîjerê, di Temmûza 2023an de rêvebiriya leşkerî hatibû ser kar, peymanên leşkerî yên bi Fransayê re rakiribû û bi Rûsya re têkiliyên nêz danîbû.