Rûsya bi dewletên Malî, Nîjer û Bûrkîna Fasoyê re peymana satalaytê îmza kir
PeyamaKurd – Dewletên Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso bi Rûsya re peymanekî telekomunîkasyonê îmza kir. Peyman, ji bo danûsitendina telekomunîkasyonê û satalaytên an ku peykên çavdêriyê ne.
Peyman, her weha ji bo her sê dewlet sînorên xwe biparêzin başe ji ber li hewza her sê dewletan, rêxistinên wekî eş-Şebab, DEAŞ û rêxistinên dinan bûyerên çekdarî dikin.
Li gor ragihandina BBCyê; ji her sê dewletan wezîr li payîtexta Maliyê li Bamakoyê bi Ajansa Fezayî ya Rûsya Federal (Roscosmos)ê re civiyane û li ser peymanê hevdîtin kirine.
Wezîrê darayî yê Maliyê Alousseni Sanou ragihandiye ku peymana îmze kirine, wê ji bo parastina sînorên her sê dewletan baş be û hem karibin danûsitendinên bi ewle bikin.
Sanou, her weha gotiye ku wexta lehiyê, ziwahiyê, şewat û rewşên weka wan de, karibin mudaxeleyan bikin û bûyeran bişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin