Li dijî hatina HTSê xwepêsandan: ‘Wê Rûsya û dewletên din me bombebaran bikin’

21 October 2022 21:00 0 dîtin
Li dijî hatina HTSê xwepêsandan: ‘Wê Rûsya û dewletên din me bombebaran bikin’

PeyamaKurd – Piştî ku rêxistina Heyet Tehrîn Şam (HTŞ - El Nûsraya berê) bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê komên çekdar ên din ku bi Tirkiyê re dixebitin derxist û berê xwe da bajarên Ezaz û Babê xelkê deverê nerazîbûn nîşan da.

Li gorî zanyariyan li bajarê Ezaz ê di bin kontrola Tirkiyê de, li ser gumana hatina HTŞê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin.

Li gorî raporên medyayî, xwepêşanderên ku dijî HTŞê protestoyan dikin dibêjin, heger HTŞ ya ku di lîsteya terorê ya dewletan de ye, wan deverên ew lê dijîn kontrol bike, dê di serî de Rûsya û dewletên din bi wê hincetê bajarên wan bombebaran bikin.

Xwepêşanderên alîgirên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wê dike, diyar dikin ku ew ev deh sal in li dijî ramanên HTŞê têdikoşin û ew dizanin bê wê bandorê li ser gel çi be, lewma jî naxwazin HTŞ li wan herêman bicih bibe.

Li aliyê din pisporên Sûriyê jî dibêjin, ketina HTŞê ya Efrînê û deverên din, bi lihevkirineke veşarî ya Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyê pêk tê û ji ber wê niha li hember pêşveçûna HTŞ ya ku bingeha xwe ji El Qaîdeyê distîne bêdeng in.