Li Zaxoyê di xwepêsandana li dijî hatina sofêrên ji Tirkiyê 30 kes birîndar bûn

20 August 2020 13:57 0 dîtin
Li Zaxoyê di xwepêsandana li dijî hatina sofêrên ji Tirkiyê 30 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Di xwepêşandana Zaxoyê de 30 kes ji hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Bihewarveçûnê ya Zaxoyê diyar dike, 26 kes ji wan birîndaran ji hêzên ewlehiyê û 4 jî xwepêşander in, 8 ji birîndaran jî bo Duhokê hatine şandin.

Şeva derbasbûyî li qezaya Zaxoyê ser bi parêzgeha Duhokê ji ber hatina şofêrên Tirkiyê di Deriyê Îbrahîm Xelîl re bo nav Herêma Kurdistanê, beşek ji xelkê xwepêşandan kirin û di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de alozî derket.