Di xwepêsandana dijî Esed de xwîn rijîya

28 February 2024 19:31 0 dîtin
Di xwepêsandana dijî Esed de xwîn rijîya
PeyamaKurd - Li parêzgeha Siwêda ya Sûriyê ku agirê şoreşa Sûriyê ya dijî rejîma Esed lê hatibû vêxistin, cardin xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandana îro 28ê Sibatê de xelkê Siweydayê ji bo şermezarkirina rejîma Sûriyê li nêzî Hola 7ê Nîsanê ya ku navenda lihevhatinê tê de hatiye vekirin, kom bûn.


Xwepêşanderên ku li dijî Esed diruşm qêriyan û xwestin derbasî baregeha hikûmetê bibin, rastî destwerdaneke tund hatin û gule bi ser wan de hatin reşandin.

Di encama êrîşa hêzên ewlekariyê çalakvanekî bi navê Cewad El Barûkî û Welîd El-Cewherî birîndar dûn. Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî Cewad El-Barûkî jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye, xwepêşandêran Siwêdayê ev demek dirêj e, banga guhertina siyasî û bicihanîna biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî bo çareseriya krîza Sûriyê dikin.