Li dijî hatina sofêrên Tirkiyê bo nav xaka Kurdistanê sofêrên Kurd xwepêsandan kirin
PeyamaKurd - Li dijî hatina şofêrên Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê, li qeza Zaxo ya Duhokê şofêrên Kurd xwepêşandan kirin.
Li gor zanyariyan, do şev li ser rêya Îbrahîm Xelîl şofêrên Kurd kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ev nerazîbûn ji ber biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ya do li ser, dê otomobîl û barhilgirên Tirkiyê ji deriyên sînorî bên nav sînorê Herêma Kurdistanê derket.
Piştî biryara Wezareta Navxwe şofêrên barhilgiran ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dest bi derbasbûna nav Herêma Kurdistanê kiribûn.
Li gor agahiyan, xwepêşandar dibêjin biryara Wezareta Navxwe dibe sedem ku ew bê kar bimînin.
Ji roja 1ê Adarê ve ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, barhilgirên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li herêma navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl barên xwe radestî şofêrên Herêma Kurdistanê dikirin.
Lê bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçova asayîkirina rewşa li deriyên sînorî, do biryar hat dayîn ew prose bi dawî bê û şofêrên barhilgiran ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derbasî nav Herêma Kurdistanê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin