Zelenski: Me xwest Rûsya jî hêrisa li dijî xaka xwe hest bike

09 August 2024 15:52 0 dîtin
Zelenski: Me xwest Rûsya jî hêrisa li dijî xaka xwe hest bike

PeyamaKurd - Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenski diyar kir ku Rûsyayê li ser xaka Ûkraynayê şer daye destpêkirin û got: "Divê Rûsya bi xwe jî şer hest bike."

Zelenski da zanîn ku ji hewla hêrişa Ûkraynayê ya li ser xaka Rûsyayê armanca wan ew bûye ku Rûsya jî di nav wxwe de şer hest bike.

Zelenski da zanîn ku wî di derbarê pêvajoya şer de ji Serfermandarê Ûkraynayê Oleksandr Sirski agahî wergirtine û got: “Ûkraynî dizanin çawa bigihîjin armancên xwe. Me di şer de armanca xwe bi dest nexist. Rûsyayê şer anî ser axa me û divê ew jî vê yekê hest bike."

Artêşa Rûsyayê ragihand ku hêzên Ûkraynayê vê sibehê hêrişî herêma Kurskê ya li başûrê rojavayê Rûsyayê kir û li vê herêmê nêzîkî hezar leşker û zêdetirî 24 alavên leşkerî yên zirxî û tank bi cih kirin.

Ev êrîş weke êrîşa herî mezin a Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê ji destpêka şer û vir ve tê dîtin.

Vekolerên serbixwe amaje bi wê yekê dikin ku hêzên Ûkraynayê nêzikî 10 kîlometreyan ber bi axa Rûsyayê ve pêşve çûne.