Rûsya: Em ê jî li dijî xalên leskerî yên Brîtanya hêrisan pêk bînin
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got ku "Eger çekên Brîtanyayê di hêrişên li dijî xaka Rûsyayê de bêne bikaranîn, ew ê Moskow jî hem li Ûkrayna û hem jî li derveye Ûkraynayê bi hêrişan bersiv bide Brîtanyayê.
Di daxuyaniyê de Zaxarovayê, daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron ku ji Reutersê re gotibû: "Mafê Ûkraynayê heye ku bi çekên Brîtanyayê hêrişî axa Rûsyayê bike." bi bîr xist û got: "Ev daxuyaniya Cameron a dijminane, bi girêbesta; 'Mûşekên Brîtanyayê daye Ûkraynayê, wê li dijî xaka Rûsyayê neyên bikaranîn' ku Brîtanyayê berê qebûl kiribû re nagoncive. Cameron, bi vê daxuyaniya xwe wek fermî qebûl kiriye ku Brîtanya bi awayekî çalak beşdarî vî şerî bûye. Wek Rûsya em vê daxuyaniya Camerok, weke mîsogerbûna ku Brîtanya di şerê Rûsya û Ûkraynayê de bi fermî bûye aliyê Ûkraynayê têdigihîjin."
Zaharova di dawiya daxuyaniyê de got: "Ger Ûkrayna bi çekên Brîtanyayê hêrişî axa Rûsyayê bike, wê Rûsya jî dikaribe hem li Ûkrayna û hem jî li derveyê Ûkraynayê li dijî xal û teknîkên leşkerî yên Brîtanyayê hêrişan pêk bîne."
Ji aliyê din ve Rûsyayê, piştî vê daxuyaniya David Cameron, balyozê Brîtanya yê Moskowê vexwend Wezareta Derve û notaya protestoyê da Brîtanyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin