Sererkan Sanders: Divê Brîtanya li dijî Rûsyayê artêsa gel ava bike

26 January 2024 16:06 0 dîtin
Sererkan Sanders: Divê Brîtanya li dijî Rûsyayê artêsa gel ava bike

PeyamaKurd - Sererkanê Giştî yê Brîtanyayê Patrick Sanders, ji bo egera şêrekî bi Rûsyayê re, banga perwerdekirina leşkerî û biçekkirinê ya gelê Brîtanyayê kir.

Sanders diyar kir ku li dijî egera şerekî bi Rûsyayê re divê sivîl bêne perwerdekirin û biçekkirin û got: "Divê artêşa Brîtanyayê di nav sê salan de hejmara leşkerên xwe ji 76 hezaran bigihîne 120 hezaran.

Sanders destnîşan kir ku ev hejmara leşkeran a niha, ji bo şerekî têr nake û got ku "Divê ji bo egera şerekî mezin, artêşeke ku ji welatiyên Brîtanyayê pêk tê bê çalakkirin."

Sererkanê Brîtanya Patrick Sanders her wiha anî ziman ku weke li Ûkraynayê hate jiyîn; artêşên leşkerî şer didin destpêkirin, lê belê yên ku serkeftinê mîsoger dikin artêşên ku ji gel pêk tên in.