Rûsya ji bo xwepêsandanên dijî rejîma Sûriyê kete tevgerê

13 February 2022 19:33 0 dîtin
Rûsya ji bo xwepêsandanên dijî rejîma Sûriyê kete tevgerê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya ji bo xwepêşandanên dijî rejîma Esed ên li bajarê Siweydayê 5 roj in berdewam dikin ketiye tevgerê û şandeke xwe şandiye bajêr.

Li gorî zanyariyan, doh dîsa li parêzgeha Siweydayê li pêşiya navenda Eyn El-Zeman welatî kom bûn û hevdem şandeke Rûsyayê jî gihîşt bajêr da ku li ser protestoyên rejîma Esed lêkolînê bike û bigihîje çareseriyan.

Hêjayî gotinê ye, roja Pêncşemê jî efserên Rûsyayê serdana Navenda Lihevkirinan kirin û bi qeymeqamê Siweydayê û serokê navenda ewlehiyê ya dewletê re civiyan daku rêyeke çareseriyê bo dawîanîna wan protestoyan bînin.

Xelkê Siweydayê ji ber nebûna xizmetguzariyan û bicih neanîna sozên alîkariyê yên rejîmê ji hefteya borî ve rejîma Esed protesto dike û heta niha jî ti çareseriyek nehatiye dîtin û xwepêşandan jî berdewam dikin.