Wezareta Berevaniya Tirkiyê kustina berpirsekî PKKê ragihand
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di êrîşeke asmanî ya li çiyayê Gere yê Başûrê Kurdistanê de, berpirsê pêwendiyên derve yê HPGê yê bi nasnav Cewher hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, berpirsê pêwendiyên derve yê HPGê (baskê çekdar ê PKKê) Mihemed Emîn Ekîncî (Cewher) li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.
Medya Tirk derbarê mijarê de diyar kiriye ku êrîşa asmanî bi hemahengîya Îstixbarta Tirk MITê û artêşa Tirkiyê li herêma Gare hatiye encamdan û Mihemed Emîn Ekîncî di wê êrîşê de hatiye kuştin
Heta niha aliyê PKKê derbarê wê êrîşê de daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin