MÎTa Tirkiyê li Singalê kustina berpirsekî PKKê ragihand

04 September 2022 12:36 0 dîtin
MÎTa Tirkiyê li Singalê kustina berpirsekî PKKê ragihand

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Ajansa Anadol a fermî li Tirkiyê (AA) Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) li Şingalê kuştina berpirsekî PKKê yê bi navê Bedirxan Abî (Darav Gevda) ragihand.

Hatiye diyarkirin ku Bedirxan Abî li Şingalê di encama operasyoneke MÎTê de can daye ku ew berpirsekî PKKê yê li Şingalê bûye.

Li gorî nûçeyê Bedirxan Abî yê ji Bakurê Kurdistanê, di sala 2011an de li Şirnexê tevlî nava refên PKKê bûye û demên dawî jî ji aliyê rêvebiriya PKKê ve ji bo Şingalê hatiye şandin û li Şingalê bû berpirsê tugaya PKK/YBŞê bûye.

31ê Tebaxê jî MÎTê ragihandibû ku Berpirsê Akademiyên PKKê yên Rahênana teqameniyan Umîd Tarhan li çiyayê Garê hatiye kuştin.