Tirkiyê kustina berpirsekî PKKê bi operasyona MÎT û TSKê ragihand

01 October 2021 15:29 0 dîtin
Tirkiyê kustina berpirsekî PKKê bi operasyona MÎT û TSKê ragihand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi hevkariya Îstixbarat (MÎT) û hêzên çekdarên Tirkiyê (TSK) di encama operasyonekê de, berpirsê qada Kerkûkê yê PKKê bi nasnavê ‘Delîl Sêrt’ hatiye kuştin.

Li gorî ragihandina medya Tirk, di encama operasyoneke MÎT û TSKê de, Mehmet Hatîp Ariturkê bi nasnavê ‘Delîl Sêrt’ hatiye bêbandorkirin ku sala 2015an li Efrînê bûye û piştre jî derbasî Qendîlê û Kerkûkê bûye.

Li gorî nûçeyê kesê hatiye kuştin, kordîneya îstixbarî û lojîstîk bo PKKê dikir.