MÎT a Tirk kustina berpirsekî PKKê û 4 servanan eskere kir

18 September 2022 12:55 0 dîtin
MÎT a Tirk kustina berpirsekî PKKê û 4 servanan eskere kir

PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ragihand ku bi operasyoneke taybet a bi dronan li Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê 5 çekdarên YPG-PKK û berpirsekî PKKê bi navê Mehmed Gurbuz hatine kuştin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadolê (AA) bi zarê çavkaniyên MÎTê belav kiriye ku 2 encama operasyonên taybet ên bi dronan li dijî YPG û PKKê de, li Eyn Îsayê 5 çekdarên YPG û PKKê hatine kuştin.

Hatiye diyarkirin ku operasyon roja 16ê Îlonê hatine kirin û di nava kuştiyan de berpirsê PKKê yê li herêma Firatê Mehmed Gurbuz ê bi nasnav Rojhat Karakoçan jî heye.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li ser Twitterê belav kiriye ku li Geverê di şerê bi gerîlayên PKKê re, 2 çekdarên PKKê hatinê kuştin û çekdarekî din ê PKKê hatiye desteserkirin.

Li aliyê din PKKê jî ragihandiye, di nava du rojên borî de, di encama 25 êrîşan de herî kêm 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.