MÎTa Tirkiyê kustina berpirsê tenduristiya PKKê ragihand

09 October 2022 12:19 0 dîtin
MÎTa Tirkiyê kustina berpirsê tenduristiya PKKê ragihand

PeyamaKurd – Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ragihand ku Berpirsê Komîteya Tenduristiyê ya PKKê Kendal Pirsûs li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê di operasyoneke MÎTê de hatiye kuştin.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Tirkiyê (AA), Berpirsê Komîteya Tenduristiyê ya PKKê Kendal Pirsûs (Okkeş Deverî) li çiyayê Garê di encama operasyoneke MÎTê de digel parêzvanê wî Kayhan Kartal (Kemal Pîr) hatiye kuştin.

Hatiye diyarkirin ku Deverî di sala 2010an de tevlî PKKê bûye û li Qendîlê, herêmên Zap û Metîna xebatên xwe dewam kirine. Di sala 2021ê de jî wek Berpirsê Komîteya Tenduristiyê ya PKKê li Garê hatiye erkdarkirin.

Li gorî medya Tirk, di 7 mehên destpêkê yên 2022an de, di encama 20 operasyonan de 13 kesên payebilind ji PKKê hatine kuştin û 8 kes jî bi saxî hatine girtin.