Kustina berpirsê leskerî yê Hemasê hate pisrast kirin
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ya fermî kuştina berpirsê duyem ê baskê leşkerî yê Hemasê Merwan Îsa di encama êrîşa Îsraîlê de piştrast kir. Çend roj berê nûçeyên kuştina Merwan Îsa belav bûbûn, lê ji aliyê ti aliyekî ve nehatibû piştrastkirin.

Hatiye diyarkirin ku kesê duyem ê baskê leşkerî yê Hemasê Merwan Îsa di êrîşeke Îsraîlê ya li ser kampa Nesîrat a Xezeyê de hatiye kuştin.
Weşana fermî ya Îsraîlê daye xuyakirin, operasyona kuştina wî jî bi serkeftî encam daye. Di derbarê hurgiliyên operasyonê de agahî nehatin belavkirin.
Li aliyê din hîn Hemasê kuştina Merwan Îsa piştrast nekiriye û ti daxuyaniyek nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin