CENTCOM: Serkirdeyê leskerî yê El Qaîdeyê li Sûriyê hate kustin
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku 23yê Sibatê hêzên wan êrîşeke asmanî li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk anîiye û di encamê de serkirdeyê leşkerî yê mezin Mihemed Yûsif Diyaa Talay ê rêxistina Huras El Dîn a terorîst ê girêdayî rêxistina El Qaîde hat kuştin.
CENTCOMê diyar kir ku ev êrîşa ligel hevkarên li herêmê, beşek ji pabendiya wê ya domdar a li dijî hewldanên ‘terorîstan’ ên plankirin û êrîşkirina li dijî sivîl, leşkerên Amerîkayî, hevalbend û şirîkên wê yên li hemû herêmê û derveyî wê, pêk hatiye.
Generalê CENTCOMê Michael Eric Corella jî got: "Wek me berê jî gotiye, em ê bi ser van terorîstan de, ji bo parastina welatê xwe, endamên Amerîkayî, hevalbend û hevkarên wê yên li herêmê, bigirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin