Berpirsê Hemasê yê Lubnanê Ebul Emîn hate kustin

30 September 2024 12:47 0 dîtin
Berpirsê Hemasê yê Lubnanê Ebul Emîn hate kustin

PeyamaKurd - Rêxistina Hemasê îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku serkirdeyê wê yê Lubnanê Fetih Şerîf Ebû'l Emîn, li gel hin neferên ji malbata xwe, di encama hêrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Di daxuyanîya Hemasê de hat diyarkirin ku Îsraîlê, li dijî mala Ebûl Emîn a li Kampa Penaberên Filistînî ya El Basê ya li başûrê Lubnanê hêrişekê pêk aniye û di encamê de serkirdeyê wê Ebul Emîn, li gel hevjîna xwe û kur û keça xwe jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku li kampa penaberan a li nêzîkî bajarê Sûrê yê li başûrê Lubnanê hêrişeke asmanî pêk hatiye.

NNAyê da zanîn ku ev kamp yekem car rastî hêrişa Îsraîlê hatiye.

Beriya niha jî di 2ê Çileya 2024an de Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Salih el Arûrî, di hêrişeke Îsraîlê ya li taxa başûrê Beyrûtê de hatibû kuştin.

Di van rojên dawî de Îsraîlê berê şêla hêrişên xwe ji zîvala Xezzeyê veguherand Lubnanê û di encma hêrişên roja Şemûya çûyî de Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah û gellek payebilindên Hizbullahê hatin kuştin.