Îspanya: Divê berpirsên bûyerên Laziqiyê bêceza nemînin!

10 March 2025 11:50 0 dîtin
Îspanya: Divê berpirsên bûyerên Laziqiyê bêceza nemînin!

PeyamaKurd – Hikûmeta Îspanya daxwaz kir ku derbarê bûyerên parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê de lêkolîn bê kirin û berpirsên vê bûyerê bê ceza nemînin.

Wezareta Derve ya Îspanya di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Îspanyayê ji bûyerên tundiyê yên vê dawiyê yên li Sûriyê nîgeran e. Divê ev bûyer bên lêkolînkirin û berpirsyar bê ceza nemînin.”

Daxuyaniya ku tê de hat gotin ku "divê her kêşe bi rêyên aştiyane bên çareserkirin", tekez kir ku ew "piştgiriya veguheztina siyasî ya aştiyane û berfireh bi beşdariya hemû welatiyên Sûriyê dike."