Îspanya: Divê demildest sandina çekan ji bo Îsraîlê bê rawestandin

15 October 2024 09:58 0 dîtin
Îspanya: Divê demildest sandina çekan ji bo Îsraîlê bê rawestandin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê şandina çekan ji bo Îsraîlê rawestîne.

Li gor nûçeya di çapemeniya Îspanyayê de hat ragihandin Sanchez doh di çalakiya "World in Progress Barcelona" de axivî û derbarê geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn de nirxandinan kirin.

Sanchez ku xwest pevçûnên li Rojhilata Navîn diqewimin neyên paşguhkirin, bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bidomîne û wekî Spanyayê tavilê sewqiyata çekan a ji bo Îsraîlê rawestîne.

Sanchez got: "Dem hatiye ku civaka navneteweyî hişyar bibe û bi biryar li dijî daxwaza Netanyahu ya ferzkirina nîzamek nû ya herêmî bi zorê tevbigere."