Sûdanî: Divê sandina çekan bo Îsraîlê bê qedexekirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî got ku ji bo qedexekirina şandina çekan ji bo Îsraîlê divê gavên navneteweyî bên avêtin.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê da hat diyarkirin ku Muhammed Sûdanî Serokê nû yê UNAMIyê û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Muhammed El-Hesen qebûl kir.
Pêwendiyên di navbera Iraq û rêxistinên navdewletî û biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya bidawîkirina erkê hêzên derve li Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Sûdanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî hêzên UNIFIL li Lubnanê şermezar kir û di encamê de gelek karker birîndar bûn û wiha got: "Ev êrîş îspat dike ku saziya Îsraîlê hemû rêz derbas kiriye û qanûn û rêzikên navneteweyî binpê kiriye."
Sûdanî got, "Ji bo dawî li şerê wêranker yê ku hêzên Îsraîlî li dijî Lubnan û Xezzeyê dimeşîne, divê gavên navneteweyî ji bo qedexekirina dayîna çekan ji bo Îsraîlê bên avêtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin