DYA: Sandina çekan a ji Îsraîlê re wê rawestandî bimîne
PeyamaKurd - Rojnameya The Times of Israelê, li ser zarê rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin got ku "Arastekirina bombeyên giran ên ku Washingtonê ji bo şandina ji Îsraîlê re veqetandibû, lê belê şandina wan dabû rawestandin, wê rawestandî bimînin."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ku li DYAyê xebatên dîplomasiyê yên ji bo şandina çekan dimeşand, di daxuyaniya xwe de got ku di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên DYAyê de, di mijara şandina çekan a ji Îsraîlê re, pêşketinên gring bi dest xistine.
Gallant her wiha diyar kir ku di hevdîtina xwe ya li gel Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya DYAyê Jake Sullivan de mijarên wek şerê Xezeyê û pevguhertina dîl û girtiyan jî hatine gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Gallant, ji ber nakokiya li ser şandina çekan, bi DYAyê re li hev ketibûn.
Di dema ku Gallant got ku "Me nakokîyên bi DYAyê re, di odeyên girtî de çareser kirin", Netanyahu jî got ku "nakokîyên bi DYAyê re yên di derbarê şandina çekan de, bi hefteyan, di odeyên girtî de nehatine çareserkirin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin