Koska Spî: Biden wê pêsnûma sandina çekan a ji Îsraîlê re veto bike
PeyamaKurd - Koşka Spî ragihand ku ger ji aliyê kongreyê ve bê pesendkirin jî wê Serokê DYA Joe Biden pêşnûmaya “Ji Îsraîlê re şandina çekan a bi lez” veto bike.
Koşka Spî di derbarê biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden a li ser pêşnûmeya bi navê "Qanûna Piştgiriya Alîkariya Ewlekariyê ya Îsraîlê" ya ku di dawiya hefteya borî de ji aliyê Partiya Komarî ve ji Encumena Nûneran re hatibû pêşkêşkirin de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku helwesta reveberiya Biden a di derbarê Îsraîlê de bi qestî tê berovajîkirin û wiha hate gotin: "Ger pêşnûma ji aliyê Kongreyê ve bê pesendkirin jî wê Serok Joe Biden pêşnûmayê veto bike."
Di daxuyaniyê de ev peroşî hate destnîşankirin ku dibe ev pêşnûma bandoreke neyînî li ser şiyana Serokê DYAyê ya ji bo meşandina polîtîkaya derve ya bibandor bike û wiha hate gotin, "Ev pêşnûma dikare rê li ber wê yekê veke ku payeyên fermandarî û birêvebirina pêwendiyên derve jî di nav de, di derbarê têkbirina sînorê payeyan a çarçoveya xala duyemîn a Destûrê de endîşeyan derxe holê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin