Biden ji bo peydakirina alîkariya leskerî û sandina çekan bilez ji Ukraynayê re fermanek îmze kir

10 May 2022 11:22 0 dîtin
Biden ji bo peydakirina alîkariya leskerî û sandina çekan bilez ji Ukraynayê re fermanek îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo peydakirina alîkariya leşkerî û şandina çekan bilez ji Ukraynayê re, fermanek îmze kir.

Biden diyar kir, armanca yasaya ku wî li Ofîsa Oval îmze kiriye, alîkariya Ukrayniyan e ji bo li hember şerê hovane yê ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dimeşîne, berevaniyê li welat û demokrasiya xwe bikin.

Herwiha Biden eşkere kir jî, Amerîka bi milyaran Dolar ji bo piştgirîkirina Ukraynayê xerc kiriye û got: “Qebûlkirina dagîrkeriyê, berdêla we zêdetir e.”

Hêjayî gotinê ye, ev destpêşxeriya ku Biden îmze kiriye, di nîvê meha Çileya borî de ji aliyê komek ji senatoran ve hat ragihandin, armanc dike ku “desthilatên berfireh” bide Serokê Amerîka ku peymanan bi Hikûmeta Ukraynayê re bike, ji bo dabînkirina kelûpelên leşkerî û ji bo parastina gelê sivîl li Ukraynayê ji êrişa Rûsyayê.